Lütfen bekleyin..

Bûka cîhanê

03 Nisan 2020, 01:21 - Okunma: 510

"Li baxê me bû zivistanAy dîlberê ti gulîstan"Feqîyê teyran

0 Gotar: Mezopotamiya! Konê Reş Mezopotamiya.. Mezra Botan.. Bûka dinyayê! Îro Beriya Mêrdîna te, min di nav pencên xwe de kûr û dûr dibe! Gulîstana têr netew şilfîtazî maye..! Ez ê çilo û çawa xwe bidim ber pala Zinarê Mêrdînê?! Li ber bêdengiya wî Zinarî bisekinim?! Mezopotamiya! Xelkên te yên ku bi ava çemê Dicle, Firat û Xabûr şaristaniya Nînewa, Orkêş û Waşokanî ava kirin.. Di gelî, newal û deştên te de, genim çandin, hesp kedî kirin û tekelên erebeyan afirandin, îro bi tena xwe li vê rastê mane.. Gelo ez ê çilo keleha Mêrdînê ji nû ve rizgar bikim?! Mezopotamiya! Şaristaniyên ku li ser peravê çemên te hatin avakirin, ne kêmî şaristaniyên ku xelkên Hindê li ser çemê Sindê û xelkên Misrê li ser peravên çemê Nîlê avakirine.. Îro peravê çemên te di navbera çiravên avê û qûma çolistanê de li ber xwe didin, xelkên wan ji derdê êrîşên hovane, nezanî û yekîtiyê dinalin.. Gelo ez ê çilo berê vê bahoza reş î ku bi ser te de dibare, biguherînim?! Mezopotamiya! Tu hêz di dinyayê de nikare te û Beriya Mêrdînê bindest û kedî bike û xelkên te dûrî pêşketin û qenciyê bike.. Lê bi tirsim ku hin van gotinên min biguherînin! Gelo ez ê çilo baweriya welatiyên xwe bînim?! Mezopotamiya! Xweş bawer be, ta ku berf û baran bi ser çiyayê Hekarî, Ararat, Cûdî, Barzan û Qerejdaxê de bibarin, kes nikare kirasê te biguherîne.. Ta ku çemê Dicle, Firat, Xabûr û Zab biherikin, kes nikare xwe li ber mêraniya xelkên te bigire.. Tu hêz nikare xelkên te bindest bike û xaka wan ji xwe re bike cih û war.. Îro, ji ber mêraniya xelkên te, tev kerwanên diyayê di nav xaka te re derbas dibin.. Mezopotamiya! Ew rîhdirêjên ku di nav xaka te de li bûhiştê û periyan digerin, bûhişt û periyên wan li Stenbolê ne.. Ta ku kurdperwerek, xiristyanek, êzidiyek û Arîn Mîrkanek li Mezopotamiyayê hebe, tu ji kesî re nabe cih û war. Mezopotamiya! Tu welatê rokê ye.. Welatê Horî, Mîtnî, Subarto û Aşûriya ye.. Welatê Êzidiyên ku bi ola xwe ji kevintirîn olên dinyayê ye.. Welatê xiristyanên ku yekemîn dêr, (Mar Yaqûb Nisêbînî), li Nisêbînê avakirine.. Gelo ez ê çilo pişta xwe bidim te û çîroka Seyabend û Xecê û strana Derwêşê Evdî di ser guhên xwe re bavêjim..Konê reş
Etiketler : Mezrabotan, Dicle, ferat
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
GÜNDEM Kategorisindeki Diğer Haberler
İdris Peygamberin kayıp kenti Batman'da
Nuh peygamberin gemisi ile insalık yeniden bir çıkış yolu aradı.
Batman Sason ilçesinin tarihi sembollerinden Bozıkan Kalesi
Batman'a kazandırdıkları piramit bina ile yılın en iyi yapı projesi Dal..
sitemizin belirlediği en iyi STK Başkanı Tüzün
Diclelife yılın enlerini onore etmeye devam ediyor!Bölgenin en iyi eğit..

===========================================
===========================================


============================================================================================================================================================================
1)Covid-19 doğal bir virüs mü?2) Covid-19 biyolojik bir silah mı?
YWJkdXJyYWhtYW5zZXZlbi5jb20=